Mêjerê Navdêran Mêjerê Navdêran Mêjer ew xweserî´ye, ku navdêr heybereka bi tenê yan pir heyberan dinimîne. Di zimanê kurdî da du mêjer hene: Yekejimar û gelejimar. Yekejimar: Navdêr yekejimar´e, gava kesekî/ê yan tiştekî bi tenha serê xwe şanî me dide. Çend nimûne: Pismam çû ba dotmamê. Ez xortekî qehreman nasdikim; navê wî Kawa´ye. Ez kurdekî ji bakur nasdikim; navê bavê wî Temo´ye. Gelejimar: Navdêr gelejimar´e, gava pir kesan an pir tiştan şanî me dide. Çend nimûne: Sê kurên wî hene. Du keçên min hene. Pênc zarokên Temo û Gulê hene.
Dostları ilə paylaş: |